Li Efrînê 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku li navçeya Şiyê û Şera yên Efrînê di çalakiyên şervanên wan de 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.


Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî çalakiyên şervanên wan yên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YPG’ê ragihand ku di  çarçoveya qonaxa dûyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên wan li navçeyên Şiyê û Şera du çalakiyên cûda li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker lidarxistin.

YPG’ê diyar kir ku  10’ê Cotmehê li ser rêya di navbera gundê Senarê û navçeya Şiyê yekîneyêke wan  li dijî çeteyekê Lîwa el-Weqas çalakiyekî sekvanî pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Hemûd el Cuma hat kuştin.

YGP'ê eşkere kir ku roja 11’ê Cotmehê jî li gundê Qeretepe ya girêdayî navçeya Şera yekîneyeke wan li dijî çeteyên koma Sultan Murad çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.

 

(ab)