Li Elmanya 6 kesên ji heman malbatê hatin kuştin

Li Elmanyayê di êrîşeke bi çek a li Rot am See ya dikeve başûrê rojavayê welat, 6 kes hatin kuştin.


Polîsên Aalden ragihand ku di êrîşê de 6 kes mirine û êrîşkar hatiye girtin Hate ragihandin ku gelek kes jî birîndar bûne, dîsa  kesên êriş kirine hev nas dikin. Polîsan hê agahiyên berfirehtir nedane.

Êrîş li derdorî gara Rot am See ya xwedî nifûsa 5 hezar û 200 kesî ku dikeve nêzî bajarê Heîdelberg a eyaleta Bad-Wûntenberg saet derdorî 12:45'an pêk hatiye.

Li gorî nûçeya Bîld kesên mirine hemû ji heman malbatê ne. Heman rojnameyê agahî da ku êrîşkar sala 1983'an hatiye dinê. Ajansa DPA jî ragihand ku êrişkar bi tena serê xwe bû, li ser hevkarên wî yên êrişê jî ti agahiyek neda.

(ab)