Li Germiyan gerîlayê HPG'ê Mîrza Germiyanî hate bibîranîn

Li bajarokê Rizgarî yê herêma Germiyanê merasîmek bîranînê ji bo gerîlayê HPG'ê Piştîwan Fetah bi nasnav Mîrza Germiyanî ku di şerekî de li Bakurê Kurdistanê de şehîd bibû hate lidarxistin.


Di saetên êvarê de li bajarokê Rizgarî yê serbi navçeya Kelar a Germiyanê merasîmek bîranînê ji bo gerîlayê HPG'ê Piştîwan Fetah bi nasnav Mîrza Germiyanî hate lidarxistin. Di merasîma bîranê de Komîteya Malbatê Şehîdên PKK'ê yên Başûr, berpirsên Tevgera Azadî yê Germiyan, Silêmanî û Helebce beşdarbûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevayî şehîdên Kurdistanê hat destpêkirin.Piştre Wehab Mihemed peyama Komîteya Malbatên Şehîdên PKK'ê yên Başûr xwend, Necîbe Umer jî li ser navê Tevgera Azadî û RJAK'ê axivî.

Necîbe Umer di axaftina xwe de got; Malbata şehîd Mîrza Germiyanî xwedî kedek diyarin di têkoşîna azadîxwaz a gelê me de. Ji bona vê yekê jî gelek qurbanî dane.  Şehîd Mîrza jî heman rêyê hilbijart, ji bo azadiya gelê Kurd canê xwe fedakir. Emê rêbaz û têkoşîna şehîd Mîrza û tevayî şehîdên Kurdistanê bi şopînin û bigihînin serkeftinê."

Gerîlayê HPG'ê şehîd Piştîwan Fetah li sala 1992'an li bajarokê Rizgarî jinava malbatek welatparêz ji dayîk dibe û li 27'ê Adara 2015'an de beşdarî nava refên gerîla dibe.

Di 25'ê Hezîranê de di encama şerekî li gel artêşa Tirk de li herêma Şemizdînan şehîd bû.

Hêjayî gotinê ye Mîrza Germiyanî kurê şehîd Fetah Heme Ferece û dibe şehîdê 53'emîn yê binemalê.

(şk)