Li Gulale kêmbûna avahiyên dibistanan dibe sedama pirsgirêkan

Pênçşem, 4 May 2017 – 09:56 

Li Gulale kêmbûna avahiyên dibistanan dibe sedama pirsgirêkan

Li bajaroka Gulale kêmbûna avahiyên dibistanan ji bo xwendekaran pirsgirêkan çêdike û di piraniya dibistanan de du dewam sê dewam tên kirin.


EMÎR XANEQÎNÎ/ XANEQÎN

Ji ber şerê çeteyên DAIŞ’ê li navenda bajroka Gulale ya ser bi navçeya Xaneqîn a girêdayî Parêzgeha Diyala, di 16 dibistanan de ziyan çêbûne. Du dibistan jî ji ber êrîşa balafirên hevpeymaniyê bi temamî hilweşiyane.

Endamê Meclîsa Şaredariya bajaroka Gulale Selah Ehmedê di heman demê de Cigirê Berpirsê Lijneya Çavdêrîkirina Pirsgirêkên Beşê Perwerdê ji ajansa me re axivî û got: “Ji ber nebûna dibistanan û di piraniya dibistanan de pirsgirêk derketiye, li piraniya dibistand du-sê dewam tên kirin.”

Selah Ehmed ev jî got: “Hinek dibistan ji aliyê hinek rêxistinên navnetewî û welatiyan ve bi rêya berhevkirina alikariyê, hatine nûkirin û têde dewam tên kirin. Lê belê ji bo çêkirina dibistanên ku gelek ziyan têde çêbûyîn û hilweşiyayîn jî me nivîsek ji walitiya Diyale û aliyên berpirsyar re şandiye.”

Her wiha ji bo li bajaroka Gulale ji bo başa Perwerê pirsgirêk çênebin, Selah Ehmed ji aliyên peywendîdar xwest ku di demek nêz de dibistanên wan bên nûkirin û çêkirin.

Bajaroka Gulale dikeve rojavayê navçeya Xaneqîn a ser parêzgeha Diyale. Niştecihên wê ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Turkmen pêk tên. Sala 2014’an ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat dagirkirin. Di 22’ê Mijdara 2014’an de jî ji aliyê gerîlayên HPG’ê û pêşmergeyan ve hat rizgar kirin. Lê belê heta niha weke pêwist nehatiye avakirin.

(rn)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist