Li Gulale mayîn teqiya: 2 bira birîndar bûn

Yekşem, 23 Feb 2020 – 11:03  XANEQÎN/ROJNEWS

Li Gulale mayîn teqiya: 2 bira birîndar bûn

Li bajarokê Gulale mayînek bi traktorê ve teqiya û dû bira birîndar bûn. Birîna yek ji wan birîndaran girane.


Li gundê Îslah ya ser bi bajarokê Gulale a ser bi navçeya Xaneqînê, mayînek bi traktorê ve teqiya. Di encamê de Munzur û Reşad Xelef yên birayê hev birîndar bûn.

Yek ji fermandarê polîsan yê bajarokê Gulale Cebar Hesen ji Rojnews re axivî û da zanîn ku her dû bira karê çandiniyê dikirin. Cebar got ku dema her dû bira diçûn ser karê xwe , mayîn bi traktora wan ve teqiyaye û her dû jî birîndar bûne. Cebar dawiyê de got ku birina yek ji wan birîndaran girane û niha li nexweşxaneyê ye.

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist