Di qonaxa 4’em ya Enfala sala 1988’an de, ji gundê Celemord ya ser bi navçeya Çemçemalê 372 kes hatin wendakirin. Lê 10 sale ji ber nebûna dibistan û mamostayan gelek zarok naçin dibistanê û dest bi şivantiyê kirine. Li gorî berpirsên navçeyê, Wezareta Perwerdeyê li ser mijarê bê xemiyê dike.
Li Başûrê Kurdistanê li aliyek bi rojane mamostayên bi peyman daxwaza tayînkirinê dikin, li aliyek din jî ji ber nebûna mamostayan dibistan li gundan nayên vekirin.
Gundê Celemord li Binarê Çiyayê Xalxalan ya ser bi navçeya Axceler ya li Herêma Çemçemalê ye. Li gund mamosta nînin û dibistan jî hatiye girtin, ji bo vê jî gelek zarok hîn di temenê biçûk de dest bi şivantiyê dikin û ji xwedinê bê par dimînin. Xwendekar û welatiyên gund li ser mijarê ji ajansa me re axivîn.
Destpêkê zarokê bi navê Elend Cewad ê 12 salî axivî, Elend got ku ew 2 sale naçe dibistanê û wek sedem jî got; “2 sale min dev ji dibistanê berdaye, ji ber ku otobusek ku me bibe dibistanê tine bû, niha min dest bi şivantiyê kiriye. Ez beriya heval û dibistana xwe dikim, dixwazim dest bi dibistanê bikim. Ne mamosta ji bo me tên û ne jî ji bo em biçin dibistanê, otobus dişînin.”

Ciwanê bi navê Hewbeş Nazim jî weke Elend heya refa 5 xwendiye û dibêje, di sala 2010’an de dibistan li gundê me hate girtin, me jî nekarî em biçin bajar û bixwînin. Niha kesên di temenê min de û wê demê xwendine, mamostane. Ez jî niha şivanim, ji ber ku mamosta nebûn dibistana li gundê me hate girtin û em ji xwendinê bê par man. Niha jî li gundê me bi giştî 50 xwendevanên, seretayî, navîn û amadeyî hene, ger mamosta ji gund re bişînin, wê dîsan bixwînin.
Rêveberê bajarokê Axceler ya ser bi navçeya Çemçemal Hêmin Behcet li ser pirsgirêka xwendinê ya li gund axivî. Hêmin got ku li gorî biryara Wezareta Perwerdeyê divê di her gundek de herî kêm 25 xwendevan hebin, ger nebin wê dibistan were girtin. Ji bo vê jî li herêmê hinek dibistanên gundan hatine girtin. Hêmin di dewamê de diyarkir ku wana gelek caran serî li aliyên peywenîdar dan lê heya niha tiştek nekirine.

Hêjayî gotinê ye gundê Celemord 86 kêlometre ji navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê dûre, di sala 2001’an de cara yekem xwendin di malekê de hate dayîn. Di sala 2009’an de dibistan lê hate çêkirin, lê piştî wê bi 2 salan xwendin li gund tê rawstandin. Zêdetirî 10 salane li gund dibistan nînin û gelek xwendevan ji xwendinê bê par mane.
(nr)