Li Hecî Umran berfek zêde barî

Li navçeya Hecî Umran ya bajarê Hewlêrê bi qasî 20 santîmetre berf barî û tevahî rêyên hatin û çûyînê hatin girtin. Ji ber berfa zêde rêyên di navbera navçeyên Soran, Çoman, bajarokê Sîdekan û Balakayetî de hate girtin.


Her çendê ku demsala Zivistanê derbaz bûye jî  û îro 22’ê Nîsanyê ye jî li navçeya Hecî Umran ya bajarê Hewlêrê 20 santîmetre berf barî. Ev çend salin ku cara yekem evqas berf dibare. Ji ber berfa zêde rêya di navbera navçeyên Soran, Çoman, bajarokê Sîdekan û Balakayetî de hate girtin.

Li gorî agahiyên hatine bidest xistin serê sibehê pêlek ya berfê ku ev çend sale wiha ne bariye li navçe, bajarok û gundên Hecî Umran bariye.

Her wiha ji ber barîna berfa zêde rêya giştî ya di navbera navçeya Ranya û Hecî Umranê de jî hate girtin.

(ep)