Li Helebce daxwaza dîtina zarokên wendabûyî hat kirin

Bi boneya rasthatina roja cîhanî ya zarokên wendayî, li Helebce merasîmek hat lidarxistin. Hîn jî çarenûsa 170 zarokên Helebceyî nediyare. Rêveberiya şehîdan û enfaliyan got ku ewê piştî cejna Remezanê peykerek yê sembola malbatên zarokên windabûyî yên ku li benda zarokên xwe çêbikin. Herwiha bang li hikumeta herêma hat kirin daku ji bo zarokên windabuyî hîn zêdetir kar bikin.


25’ê Gulanê roja cîhanê ya zarokên wendabûyî ye. Bi vê boneyê li Helebce merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de rêveberê kar û barê şehîdan û enfaliyên Helebce Kameran Mistefa axivî û got; “Ji bo dema pêş bername û pîlanên me yên din jî hene. Em hêvîdarin emê di dema pêş de bi rêya panel û semîneran li herêma Kurdistan û Iraqê li ser mijara zarokên widanbuyî xelkê agadar bikin. Ev roj bi êşe û Helebce jî li ber vê rojê dikeve. Hîn jî zêdetirî 74 malbat li zarokên xwe digerin û daxwaza vegera 174 zarokên windabûyî dikin. Tenê hejmarek gelek kêm ji van zarokane vegeriyane.”

Kameran di dewamê de got ku di doza hinek zarokan de pirsgirêk heye, ji bo vê jî ji malbatên wan zarokên windabûyî testên DNA hatine girtin. Ev test ji bo Brîtanya hatine şandin û hîn jî encamên wan negerane. Kameran got ku ewê piştî cejna Remezanê peykerê li bendê mayîna malbatên zarokên windabûyî çêbikin. Herî dawî jî Kemeran got ku ew hêvîdarin hikumeta herêma Kurdistanê ya nû xem ji doza zarokên windabûyî bixwe.

Berpirsê beşa ragihandina rêxistina zarokên windabûyî ya Helebce Cemîl Mihemed jî axivî û got; “Di sala borî de hinek zarok hatin dîtin. Ji bo dîtinê testên wan ji bo Brîtanya hatine şandin, lê hîn jî venegeriya ye. Em jî nizanin ji ber çi heta niha encama testan nehatiye. Ev jî ji bo me pirsgirêke, em bang li lijneyê dikin daku karê xwe pêkbînin.”

(nr)