‘Li Herêma Kurdistanê bazirganî bi mirovan tê kirin’

image_print

Duşem, 30 Tîrmeh 2018 – 12:14  HEWLÊR/ ROJNEWS

‘Li Herêma Kurdistanê bazirganî bi mirovan tê kirin’

Desteya Mafê Mirov ragihand ku li Herêma Kurdistanê bazirganî bi mirovan tê kirin û diyar kir ku ji ber nebûna yasayek taybet a girêdayî bazirganî kirina bi mirovan, nikare şêwaza bazirganî kirina bi mirovan were diyar kirin.


Li Otela Dedeman a bajarê Hewlêrê  derbarê bazirganîkirina bi mirovan de konferansek taybet hat lidarxistin. Konferans ji aliyê rêxistina Lêkolîna ji bo Serweriya Yasa hat lidarxistin. Di konferansê de gelek mijarên taybet girêdayî bazirganîkirina bi mirovan hatin girtina dest û nîqaşkirin.

Têkildarî mijarê Berdevkê Desteya Serbixwe ya Mafê Mirov, Mihemed Gomeşînî ji ajansa me re got ku niha li Herêma Kurdistanê bazirganîkirina bi mirovan heye.

Ji ber derneketina yasayek taybet a bazirganîkirina bi mirovan li Parlamentoya Herêma Kurdistanê, sedemeke ku heya niha nekariye asta bazirganî kirina bi mirovan bi awayek rêkûpêk raxe berçavan. Her wiha nekariye şêwaz û cûrên bazirganîkirinê diyar bike.

Li gorî agahiyên li ber destê Desteya Mafê Mirov, di nav wargehan de bûyerên bazirganîkirina bi mirovan çênebûye. Lê zêdetir bazirganîkirina bi karkerên biyanî û wan kesan tê kirin ku li ser cadeyan parsekî dikin.

https://youtu.be/9mIJ_mkJsz4″>

(rn)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist