Li Herêma Kurdistanê pirsgirêka ceyranê û xemsariya hikûmetê

Kêmbûna ceyrana niştîmanî ji bo welatiyan û esnafan bûye pirsgirêk. Esnafekî Germiyan dibêje;”Hikûmetê di nava 29 salan de her salekê yek saet ceyran hilberanda wê niha pirsgirêka ceyranê nemaya.”


Ji sala 1991’an û heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê nekariye pirsgirêka ceyranê çareser bike. Îsal jî mîna  salên borî ceyran kêm kiriye. Kêmkirina ceyranê jî ji bo tevahiya welatiyan û bi taybet esnafan bûye pirsgirêk. Di vê çarçoveyê de esnafên navçeya Kelarê ya ser bi Îdareya Germiyanê ji Rojnews’ê re axivîn.

Kemal Mehemed ê xwedî dikana şîr li gel ceyrana nîştimanî 10 amper ceyrana jeneretorê jî aniye, lê dîsan jêre nabe bersiv. Kemal Mihemed diyar kir ku hikûmetekî ku nekare têra welatiyan ceyran hilberî ne baştire ku dest ji hikûmdariyê bîne û got ku pirsgirêka ceyranê ne ya salek û du salane, timî dubare dibe.

Mebest Ebdulqadir ê xwedî çayxaneyek biçûk got;”Eger hikûmetê di nava 29 salan de her salê yek saet ceyran hilberanda, wê niha li şûna pirsgirêka ceyranê hebe, wê ceyranê ji pêwîstiyên me zêdetir bikiriya. Li havînê ji ber bilindbûna germayê Germiyan li cihên din gertir dibe. Lewma daxwazê ji hikûmetê dikin ku bi awayek guncav çareser bike. Her çiqas dibêjin, lê hêviya me bi hikûmetê nemaye.”

Esnaf Mihemed Rehîm jî têkildarî pirsgirêka  ceyranê de got;”Niha em kêm ceyrana niştimanî dibînin. Ji ber kêmbûna ceyrana niştimanî, nirxê ceyrana jeneretoran gelek girane. Hikûmet nikare weke pêwîst ceyranê hilberîne. Nikare ji bo jeneretoran jî sînorekê dane û nirxekê ji bo diyar bikin.”

(ab)