Li Herêma Kurdistanê qedexeya derketina derve hat dirêjkirin-NÛ BÛ

image_print

Çarşem, 18 Mar 2020 – 14:48  NAVENDA NÛÇEYAN

Li Herêma Kurdistanê qedexeya derketina derve hat dirêjkirin-NÛ BÛ

Wezareta Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê qedexeya derketina derve 5 rojên din dirêj kir.


Wezareta Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê ji ber virûsa Coronayê di 13’yê Adarê de,  biryara qedexekirinê ji bo 48 saetan dabû, piştre jî 72 saetan hatibû dirêjkirin. Niha jî bo  5 rojên din hate dirêjkirin.

Wezîrê Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro serdana Silêmaniyê kir û li gel Waliyê Silêmaniyê û Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê civiya. Piştî civînê daxuyanî.

https://youtu.be/C8oHJg_8is4″>

Wezîrê Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed eşkere kir ku ji ber qedexeya çend rojên borî encama baş hebû û got ku li ser daxwaza Wezareta Tunduristiyê 5 rojên din qedexe dirêj kirine.

Wê qedexe heta saet 24.00’an a roja 23’yê Adarê berdewam bike.

Wezîrê Karên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed diyar kir ku eger hinek kesan cihê kar an jî cihê çandiniyê hebin her çend rojan carekê dikarin bi destûrê serdan bikin.

Rêber Ehmed eşkere kir ku dahata hundirin a Herêma Kurdistanê nêzî sifrê bûye û got ku vîrûsa korona bandorî li ser aboriya hemû welatên cîhanê kiriye û got;”Dibe ku rastî krîza darayî werîn.”      

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist