Li Herêma Kurdistanê roja Yekşemê cejn e

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku sibe roja dawî ya rojiyê ye û roja Yekşemê jî li Herêma Kurdistanê yekem roja Cejna Remezanê ye.


Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî bi daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku roja Yekşemê weke yekem roja Cejna Remezanê hatiye diyarkirin.

Berpirsê Rêveberiya Îrşad a Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî, Şêx Îbrahîm Berzincî yê di daxuyaniya çapemeniyê de axivî, anî ziman ku Lijneya Dîtina Heyvê îro kom bû, belgeya şerîî ji bo dîtina heyvê li ser asta parêzgehên Herêma Kurdistanê nebûye û got, “Hevy bi belge li asîmanê Herêma Kurdistanê nehatiye dîtin.”

Şêx Îbrahîm Berzincî, diyar kir Şemiyê 23’yê Gulanê roja dawî ya rojiya Remezanê ye û roja Yekşemê 24’ê Gulanê yekem roja Cejna Remezanê ye.

(yş)