Li Hewlêr 4 jê zarok 18 kes bi Koronayê ketin

image_print

Yekşem, 5 Avrêl 2020 – 10:41  NAVENDA NÛÇEYAN

Li Hewlêr 4 jê zarok 18 kes bi Koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 18 kesên din li bajarê Hewlêrê bi vîrûsa koronayê ketine. Ji wan 18 kesan 4 jê zarokin.


Li Herêma Kurdistanê roj bi roj hejmara kesên bi vîrûsa koronayê dikevin, zêde dibe. Wezareta Tenduristiya Hikumeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku 18 kesên din li bajarê Hewlêrê bi vîrûsa koronayê ketine. Di daxuyaniyê de diyarkirin ku ji wan 18 kesan 8 jê zilam, 6 jin û 4 jî zarokin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku hemû kesên bi vîrûsa koronayê ketine, bi rêya welatiyek li taxa Karêzan ku taziyê de bû çêbûye. Hat gotin ku bi rêya wî welatî vîrûs belav bûye.

Li gorî ragihandinê hejmara kesên di encama taziyeya li taxa Karêzan pêketine, gihîşt 32 kesan.

Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine gihîşt 232 kesan. Herwiha 3 welatiyan jî jiyana xwe jidest dane û 74 kes jî başbûne. Welatiyên din jî hemû dibin çavdêriya dixtoran dene.

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist