Li Hewlêrê 3 kesên din bi vîrûsa korona ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 3 kesên din li Hewlêrê bi vîrûsa korona ketine.


Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku 3 kesên din li Hewlêrê bi vîrûsa korona ketine.

Li gorî daxuyaniyê jinek 32 salî û 2 mêrên 30 û 33 salî ne. Tê gotin ku hersê xizmetên kesekî duh bi vîrûsa korona ketine.

Li gel van heta niha li Herêma Kurdistanê 103 kes bi vîrûsa korona ketine. 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 27 kes jî sax bûne.

(ab)