Li Taxek Hewlêrê jin daketin kolanan û nehêlan karmendên şaredariyê saetên ceyranê danin ser stûnên giştî. Jinan ji karmendan re gotin, bila walî destpêkê rê çêke piştre werin saetên ceyranê danin.
Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûne li dijî nebûna xizmetguzariyê roj bi roj berfireh dibe. Îro danê siharê karmendên şaredariya Hewlêrê xwestin saetên ceyranê li ser stûnên ceyranê yên taxa Sîm Xatun Awa ya Hewlêrê danin. Lê jinên taxê rê nedan karmendan ku saetan danin.
Jinên taxa Sîm Xatun Awa diyarkirin ku ew nahêlin saetên ceyranê danin, ji ber ku tevî hemû sozên hatine dayîn, rêya wan nehatiye qîrkirin.
Xelkê taxê gotin, beriya niha tevî pere ji wan hatiye girtin, berpirsên hikumetê û waliyê Hewlêrê soz dane wan ji bo ku rêya wan were qîrkirin, lê sozên xwe bicih ne anîne. Ji bo vê xelkê taxê dibêjin bila destpêkê waliyê Hewlêrê soza xwe bicibîne, piştre bê saetan danin.
(nr)