Li Kelarê 500 dar û 10 donim zevî şewitîn

Li navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê ji ber sedemek nediyar agir bi projeya daristanan ket, 500 dar şewitîn.


Danê êvarê li navçeya Kelar agir bi projeya Daristanên Hejar ket.

Li gorî zanyariyên Rêvebirê Rêvebertiya Daristanan a Germiyanê Huner Ehmed dayîn Rojnews'ê, di encam şewatê de 15 donim zevî û 500 dar şewitîne.

Herwiha ragihand ku tîmên agirkujiyê yên navçeya Kelarê karîn ku dinava saetek de agir vemirînin. Heya niha jî sedemê pêketina agir nehatiye zanîn.

(şk)