‘Li Kerkûkê di navbera pêşmerge û leşkerên Iraqê de wê ti şer çênebe’

image_print

Pênçşem, 12 Kewçêr 2017 – 12:02 

‘Li Kerkûkê di navbera pêşmerge û leşkerên Iraqê de wê ti şer çênebe’

Yek ji fermandarên payebilind ê hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Sertîb Hesarî diyar kir ku wê li parêzgeha Kerkûkê qet şer di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê de çênebe.


SORAN MIHEMED/KERKÛK

Duh Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji Iraqê peymanên gefxwarinê ji wan re tên û artêşa Iraqê û Haşdî Şebî ji bo êrîşkirina eniyên bakurê Mûsilê û Kerkûkê xwe kom dikin. Têkildarî mijarê fermandarên pêşmergeyan ên eniya Kerkûkê ji ajansa me re axivîn.

Endamê Odeya Operasyona Eniya Başûrê Kerkûkê Fermandar Sertîb Hesarî got; “Ev hemû nûçe û agahiyên behsa êrîşkirina leşkerên Iraqê û Heşdî Şebî li sînorên Daquqê ya Kerkûkê dikin ji rastiyê dûr in. Derengiya şevê din , hêzên Heşdî Şebî li nêzî gundê Tepe Duser gelek gule berdan hewayê. Ev gulebaran bo tirsandina DAIŞ’ê bû. Êrîşî pêşmergeya nekirin.”

‘Ti pirsgirêkên me bi Heşdî Şebî û leşkerên Iraqê re nînin’

Fermandar Sertîb Hesarî diyar kir ku yek dijminê wan ê diyarkirî heye û wiha anî ziman; “Ew jî çeteyên DAIŞ’ê ne. Ti pirsgirêkên me bi Heşdî Şebî û leşkerên Iraqê re nînin. Îhtimalên lewaz ên şer hene û wê tiştek wiha nebe.”

Sertîb Hesarî têkildarî nûçeyên ku behsa leşkerên Iraqê li gundê Beşîr ê Kerkûkê bi cih bûne jî got; “Qet hêzek nehatiye nav gundê Beşîr. Tenê hêzên Heşdî Şebî li nava gund in. Em daxwazê ji dezgehên ragihandinê dikin ku nûçeyên ne rast û berevajî neweşînin.”

Fermandarê Eniya Çar a Pêşmergeyan li Başûrê Kerkûkê Westa Resûl têkildarî daxuyaniya Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê wiha got; “Ez li eniya şer im qet tiştek wiha nîne. Kê ew nûçe belav kiriye, ji wî bipirsin ka çi li holê heye.”

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist