Li Kerkûkê êrîşên li ser Şengalê hatin şermezar kirin

image_print

În, 3 Mar 2017 – 18:28 

Li Kerkûkê êrîşên li ser Şengalê hatin şermezar kirin

Li Kerkûkê ji aliyê Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê, Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Eniya Demokratîk a Gel ve êrîşên çeteyên PDK’ê û AKP’ê yên ser Şengalê hatin şermezar kirin.


EHMED HEBÎB / KERKÛK

Li Kerkûkê vê êvarê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Eniya Demokratîk a Gel li ser êrîşên çeteyên PDK’ê û AKP’ê yên li dijî Şengalê ku îro danê sibehê hate destpê kirin civîna çapemeniyê li darxistin û di civînê de êrîş hatin şermezar kirin.

Di civîna çapemeniyê de Endamê Desteya Rêberiya Eniya Demokratîk a Gel Aram Îbrahîm wiha got; “Em bi tundî van êrîş û aloziyên li Şengalê şermezar dikin. Tişta ku niha li Şengalê rû daye, rewşekî gelek xirabe ji bo siberoja gelê me. Ji ber ku dibe sedem ku gelê me yê Êzidî rastî bûyerên nexweş werin û şerê navxweyî pêk were. Lê êdî wê gelê Başûrê Kurdistanê nekare şerekî din ê navxweyî hezim bike.”

Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman; “Gelê Başûrê Kurdistanê bi hemû rengî li dijî hebûna leşkerên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê ye. Hinek aliyên Kurd cihê fikarê ne. Ji ber vê yekê em van êrîşên pêşmergeyên bi navê Rojava yên nêzî PDK’ê şermezar dikin û lenet dikin.”

Herwiha Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê yê herêma Kerkûkê Newzad Kerkûkî jî axivî û wiha destnîşan kir; “Em weke Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê êrîşên komên bi navê pêşmergeyên Rojava yên girêdayî PDK’ê û dewleta Tirk şermezar dikin. Dem daxwaz dikin ku demildest hêzên xwe vekêşînin û rewş aram bibe. Ji ber ku ev êrîş xizmeta gelê Kurd nake.”

Kerkûkî herî dawî got; “Ev êrîşane di kevin di ximzeta dewletên dagirker ên mîna Tirkiyeyê de. Ji xwe wan ew pêşmerge perwerde dikirine ji bo bi rêya wan dagirkeriyekî din bikin. Ji aliyê MÎT’a Tirkiyeyê ve hatine perwerde kirin, ji bo li dijî şoreşa Kurdistanê rawestin.”

Herwiha li ser navê Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Belên Şiwanî daxuyanî xwend û got; “Dîsan li Şengalê hewl didin ku liser gelê Êzidî fermanekî din pêk bînîn. Şerê birakujî rûpelekî reşe ji dîroka gelê Kurd. Bûye sedem ku şoreşên Kurdan bi sernekevin. Îro jî senaryoyekî şerê birakujiyê pêşketiye. Bi rêya dewleta Tirk û pêşmergeyên Rojava tên bi nav tê kirin. Weke Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê êrîşên li dijî gelê Kurd şermezar dikin.”

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist