Li Kerkûkê partiyên Kurdî li gel nûnerê Neteweyên Yekbûyî civiyan

Nûnerên partiyên Kurdî li Kerkûkê li gel nûnerên siyasî yên Neteweyên Yekbûyî civiyan. Di civînê de partiyên Kurdî daxwaz ji NY kirin ji bo başkirina rewşa Kerkûkê piştgiriya wana bikin.


Nûnerên partiyên Kurdî li Kerkûkê têkildarî rewşa Kerkûkê li gel nûnerên siyasî yên NY ên li Kerkûkê civiyan.

Têkildarî naveroka civînê Berpirsê Hizba Zehmetkêşên Kurdistan a Kerkûkê Şiwan Mihemed ji Rojnews’ê re axivî û got; “Li ser xwesteka partiyên Kurdî me li gel nûnerên NY civînek giring lidarxist. NY wek bê alî li rewşê dinêrin. Me di civînê de behsa rewşa ewlehî ya Kerkûk û zêdebûna leşkerî di nava Kerkûkê de kir. Her wiha me behsa venegera waliyê Kerkûkê ji bo meclîsa bajêr û derxistina biryarên yekalî kir. Me li ser pirsgirêkên Kerkûkê giftûgo kir û daxwaznameyek pêşkêşî wana kir.”

(şk)