Li Kerkûkê parzungehek ya benzînê tê avakirin

Wê li Kerkûkê parzungehek ya benzînê were avakirin, tê gotin ku wê 400 milyon dolar lê were xerc kirin. Wê bikare rojane 12 hezar bermîl benzîn hilberîne.


Kampanya Berhem li gel Wezareta Neftê ya Iraqê liser avakirina parzungehek ya benzînê li Kerkûkê li hevkirinek îmze kirin. Tê pilankirin ku ev parzûngeh rojane 12 hezar bermîl benzînê hilberîne.

Li ser lihevkirinê Rêvebirê Bicîhanînê li Kompanya Berhem Şiwane Ezîz ji Rojnews'ê re axivî û got; "Ev yekem projeye bi vî awayî li Iraqê tê kirin ku wê kalîta benzînê 95 Oktan be. Lihevkirin li ser 50 salane.  Wê dinava du mehên din de dest bi avakirina wê were kirin û piştî du salên din dest bi kar bike."

Şiwane Ezîz eşkere kir ku ji bo bicîhanîna qonaxa yekem û duwem ya avakirinê wê 400 milyon dolar were xerc kirin.

Herwiha Şiwane Ezîz got; "Piştî avakirina vê parzungehê emê bikarin benzîna hemû Kerkûkê peyda bikin û ji bo parêzgehên Hewlêr û Silêmanî jî hinarde bikin. Wê ev yek jî bandorê li ser kêmkirina nirxê benzînê bike."

(şk)