Li gundekî başûrê Kerkûkê bombeyek bi wesayîta leşkerên Iraqê ve teqiya.
Li gundê Elbuşehab ku dikeve başûrê bajaroka Daqoq a girêdayî Kerkûkê, di dema derbasbûna wesayîtek leşkerî ya hêzên Iraqê de teqînek rû da.
Di encama teqînê de sê leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan û leşkerek jî birîndar bû.
(kş)