Li Kifrî şitlên dara bi ser welatiyan de hate dabeşkirin

Rêveberiya Jîngeha Germiyanê bi armanca zêdekirina rêjeya şînkatiyê li navçeya Kifrî, pêngavek ya şitil belavkirinê da destpêkirin.


Rêveberiya Jîngeha Germiyanê bi aramanca zêdekirina rêjeya şînkatiya navçeya Kifrî pêngava belavkirina şitlên daran da destpêkirin û gelek şitlên daran bi ser welatiyan de belavkir.

Têkildarî pêngavê Rêveberê Jîngeha Germiyanê Durêd Selîm ji Rojnews’ê re got; “Piştî ku me bi awayek zanistî fêmkir ku rêjeya şînkatiya Kifrî ne li gora pêwîste, me biryar da ku em pêngavek ji bo dabeşkirina şitlên daran bidin destpêkirin.”

(şk)