Li Mexmûrê biryara Amarîka ya li dijî şoreşgerên Kurd hate şeremzarkirin

image_print

Şemî, 10 Nov 2018 – 12:55  MEXMÛR / ROJNEWS

Li Mexmûrê biryara Amarîka ya li dijî şoreşgerên Kurd hate şeremzarkirin

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) bi daxuyaniyekê  biryara Amerîka ya li dijî pêşeng û şoreşgerên Kurd hate şermezar kirin.


Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) biryara Amerîka ya li dijî pêşeng û şoreşgerên Kurd, Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Murat Karayilan hate şermezar kirin. Bi seden welatiyên wargehê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê mamosta Sedîq Benek axivî. Sedîq Benek bal kişand li ser helwesta Amerîka ya li dijî şoregşerên Kurd û got; “Ev helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hîn zelaltir diyar dike ku bi dewleta Tirkiyeyê re hem fikre. Her çiqas di aliyê cebilxane dayînê de xwe nêzî Kurdan  nîşand dide jî, lê bi vê biryara hîn baştir hate diyarkirin ku bi dewleta Tirk re di nava têkiliyên li dijî  gelê Kurd bi taybet PKK’ê ye.”

Benek wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em weke gelê Kurd tişta dikeve li ser milê me, bedelê wê çi dibe bila bibe, emê heta dawî li ber xwe bidin.”

Çalakî bi dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo,’ û ‘ Bimre xiyanet’  bi dawîbû.”

(xt-ht/ab)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist