Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TJCM-TCM) pîrozkirina 27’ê Mijdarê didome.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiyên ji bo pîrozkirina salvegera 45’emîn damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) didome.
Bi beşdarbûna dehan ciwan û gelê wargehê, li semta Şehîd Xebat bi şahiyekê, 27’ê Mijarê hat pîroz kirin. Şahî bi pêxistina agir destpêkir û piştre bi gerandina govendê berdewam kir.
(ah/jp)