Li Mexmûrê dagirkeriya dewleta Tirk hat şermezar kirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi boneya şermezar kirina dagirkeriya Tirk ya li er xaka başûrê  Kurdistanê  daxuyaniyek hat dayîn.


Duh êvarî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi boneya şermezar kirina dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka başûrê  Kurdistanê daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn, ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endamê  Rêveberiya Meclîsa Gel Sedîq Benek ve  hat dayîn.

Endamê  Rêveberiya Meclîsa Gel Sedîq Benek bal kişand li ser dagirkeriya dewleta Tirk û got: “Dijmintiya Turkiye ya bi Kurdan re ne ji nihaveye. Ger em li dîrokê binêrin ji demê Osmaniyan heta komarê û heta niha ew serhildanên Kurdan hemû tekoşînên ji bo Azadiya gelê Kurd bû, hemû bi destê wan û bi pîlanên wan hatine tinekirin.”

Benek got: “Weke tê zanîn dagirkeriya dewleta Tirk di her alî de li ser gelê Kurd  tê kirin,  lê vê carê ne tenê PKK, mafên hemû gelên herêmê tê bin pê kirin. Li hemû qadên ku dagirkeriya dewleta Tirk lê heyî, tekoşîna gelê Kurd û gêrîla jî lê heye. Ne tenê dewleta Tirk, hevalbendên wî jî li pêşiya azadiya gelan dibe astenk. Em weke gelê wargeha Mexmûr dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê tê kirin û bêdengiya hikûmeta herêma Kurdistanê  şermezar dikîn.”

(ha-md)