Li Mexmûrê ji bo Roja Rojava ya Cîhanî meş hat lidarxistin

Şemî, 2 Nov 2019 – 18:10  MEXMÛR/ROJNEWS  

Li Mexmûrê ji bo Roja Rojava ya Cîhanî meş hat lidarxistin

Bi boneya Roja Rojava ya Cîhanê û Piştgiriya li Berxwedana Rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) meşek girseyî hate lidarxistin.


Bi boneya Roja Rojava ya Cîhanî û piştgiriya bi Berxwedana Rumetê ya Rojavayê Kurdistanê re li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî meşek girseyî hate lidarxistin. Meş ji aliyê Meclîsa Gel a Mexmûr û Meclîsa Îştar ve hate organîzekirin.

Meş ji ber derê Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heya ber derê avahiya Netewên Yekbûyî berdewam kir. Di meşê de al û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, PKK, KCK, KJK, YPG-YPJ, HPG-YJA STAR, PJAK û pankartên li ser nivîsên weke: “Rojava Rojava berxwedane lê ava, Bê serok jiyan nabe û tecrîdê bişkêne faşizmê hilweşîne Kurdistanê azad bike.”

Li ber derê avahiya NY girse kombûn. Ji beriya daxyanî were xwendin deqeyek rêzgiritin ji bo giyanê tevahî şehîdên Kurdistanê hate girtin. Piştre daxuyaniyek ji aliyê Xwendekar Veger Benek ve hat xwendin û di daxuyaniyê de wiha hate gotin;

“Ji 9’ê Cotmehê û vir de komara faşîst ya dagirker êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike. Armanca van êrîşên hov yên dij mirovî, vê qatlîam, qirkirinin û tunekirina gelê me û gelên herêmê, destkeftiyên mirovahiya azad û demokratik. Neyar, bi vê mebestên, mina gurê har zarok, jin, kal, her kes daye ber xwe, her wiha disa ne ol û bawerî, çand û nasname, ne dîrok demografî û xweza, ne ji lawiran nasnake, ji bo hemûyan tine bike çekên kîmyawî ji di navde de her cure çekên qedexe bikar tîne. Lewra di herêmê de jiyana hemû zindiyan dibin xeteriyekê de ye. Girêdayî van yekana teva di serî de li hember rêbertî, tevgera azadî û li dijî her Kurdekî têkoşîn îlana şerekî piralî ya hovane hat kirin ku armanca vî şerî nijadkujiyekî bi her aliye.

Eşkere ku dewlet-neteweyên li herêmê û hêzên sermayedar ji ber ku çavkaniya sereke ya pirsgirêkê ne, lawma di derbarê vê erdîngariyê de xwedî ti projeyekî çareseriyê nînin ku bikaribin stastûkoya kevin derbas bike. Heya îro hemû destwerdan û projeyên van hêzan mijar gotinê ji şer, pevçûn, koçberî bi girseyî, rûxîn û xizaniyê pêştir nedane herêmê. Di gel vê yeke şoreşa Rojava û projeya çareseriya rêbertî û tevgera me ya ji bo Surî û Rojhilata Navîn weke alternatîfa sereke îro di alîgirên çareseriya de hêviya ji bo pêşerojê zêdetir kiriye.”

Piştre jî Endama Kordînasyona Meclîa Îştar Pakîstan Bilen axivî û got; “6 sal li ser berxwedaniya dîrokî ya Rojavayê Kurdistanê re derbaz bû. Hêzên hegemon bi avakirina rêxistina terorî ya DAIŞ’ê xwestin li dijî mirovahiyê êrîşên hovane pêk bînin. Lê ev projeya wan li beramberî şervanên azadiyê têkçû. Şervanên azadiyê li Kobanê di pêşengtiya jina azad de êrîşên çeteyan têkbirin û Kobanê kirin navenda mirovahiyê. Ev yek ji bi saya şervanên YPG-YPJ’ê pêkhat. Bi taybet di roja 9’ê Cotmehê de êrîş kirin Rojavayê Kurdistanê ne tiştek ji rêzêye, berdewama konsepta 9’ê cotmeha sala 1998’an ne. Lê dewletê hegemon û dewleta faşîst a Tirk ne wê rojê bi ser ketin ne jî niha bi ser ketin. Niha di pêşengtiya gelê Kurd, şervanên azadiyê û jinan de ev êrîş û dagirkerî hatiye vale derxsitin.”

Meş bi diruşêmeyên “Bimre Komploya 9’ê Cotmehê, Bimre Dagirkerî, Bijî serok Apo, Bijî PKK, Bijî berxwedan Rojava” bi dawî bû.

(kom/şk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist