Li Mexmûrê Lîga Şehîd Elî Çîçek û Şehîd Hesen Şirnex bi dawî bû

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 2’yemîn Lîga Fitbolê ya bi navê Şehîd Hesen Şirnex û Şehîd Elî Çîçek a 11’ê Çileyê dest pê kiribû bi lîstika fînalê bi dawî bû.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ev 219 roj in, di bin dorpeç û ambargoyeke ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistane ve tê meşandin de ye Lîga 2’yemîn a Fitbolê ya bi navê Şehîd Hesen Şirnex û Şehîd Elî Çîçek pêk hat.  Lîga ji 15 tîman pêk dihat 11’ê Çileyê dest pê kiribû. Lîg îro bi lîstika fînalê ya Tîma Qereçox û Tîma Şehîd Avîna Basya ku di encamê de Tîma Qereçox bi 5 golan bi serket û bi merasîmeke xelatdayîna tîman bi dawî bû.

Beriya merasîm dest pê bike, ji bo tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Cîhan Kapar ve axaftinek hat kirin.

‘Divê ji bo yekîtiyê em bixebitin’

Cîhan Kapar wiha got: “Di destpêkê em ji hemû tîmên beşdarî lîgê bûne serketinê dixwazin. Ji bo hevsengiyek û yekgirtinek biratiyê di navbera me û Mexmûra jêrê de çêbibe em lîgên bi vî awayî li dar bixin.”

Kapar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya Kurdan û wiha dewam kir: “Armanca me ya sereke ew e, em di vê demê de ji bo yekîtiya gelê Kurd hewldanên xwe xurt bikin. Ji ber ku ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekîtiyê heye. Dijminê me ji bo me tine bike di her alî de bi çete û teknîka xwe ya pêşketî êrîşî me dike. Ji bo vê yekê divê em bi awayekî hîn xurt bi birayên xwe yên li Mexmûra jêrê dijîn dest bidin hev û bi her cure hewldanan ji bo yekîtiya Kurd kar û xebat bidin meşandin. Herî dawî dubare hemû tîmên di vê lîgê de cihê xwe girtine spas dikin û serkeftinê di jiyana wan de dixwazin.”

Merasîm bi xelatdayîna tîma yekemîn û duwemîn bi dawî bû.

(md-xr)