Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şehîd Rustem Cûdî, Çîçek Kiçî, Elîşêr Koçgirî û rêhevalên din hatin bibîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şehîd Rustem Cûdî, Çîçek Kiçî, Elîşêr Koçgirî û rêhevalên din bi nîşandana sînevîzyonekê hatin bibîranîn. Beriya ku sînevîzyon were nişandan ji bo tevahiya şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêz girtinê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan axivî.
Hecî Kaçan di destpêka axaftina xwe de xêrhatina kesên amade kir û got: “Îro destkeftiyen me yên heyî, hebûna gelê Kurd bi saya van Şehîdên lehengin. Bi şehadeta Şehîdê destpêkê Heqî Karer heta roja îro em gihiştine astek ya herî bilind. Bi pêşengtiya Rêber Apo gelê Kurd di cihane de cihek girîng girtiye. Armanc girtina pêşengên rêxistinê ewe ku gelê Kurd bê pêşeng bihêlin. Ji bo vê yekê dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrîşên dijwar dimeşîne. Çiqaş pêşengên me Şehîd bibin jî, vê tekoşînê bi hezaran pêşeng di şûna wan amade kirine û her ku diçe ber bi serkeftinê ve gav di avaje.”
Piştî axiftina Kaçan sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna hevalan hatî amadekirin hate nîşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên, ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ bi dawî bû.
Hêjayî bibîrxistinêye ku Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û di heman demê de Endamê Komîteya Rêveberiya KCK’ê Rustem Cûdî, Endamê Konseya Leşkerî ya HPG/YJA Star Elîşêr Koçgirî û Çîçek Kiçî di 29’ê Îlona 2011’an li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê di encama êrîşeke hewayî de şehîd bibûn.
(xr-xt/