Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê û Tevgera Ciwanên Mexmûr (TJCM-TCM) bi daxuyaniyekê dest bi rêzekçalakiyê kirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê û Tevgera Ciwanên Mexmûr (TJCM-TCM) li Saziya Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê dest bi rêzekçalakiyan kirin. Armanca çalakiyê, dij derketina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdudllah Ocalane. Wê ev çalakî sê rojan berdewam bike. Di vê çalakiyê de wê semîner, mûzîk, sînevîzyon û civîn bên li darxistin. Beriya ku daxuyanî destpê bike ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endamê Tevgera Ciwanên Mexmûrê, Serdar Tanriverdî ve hat xwendin. Di daxuyanîyê de ev tişt hatin gotin: “Em ji tevahî ciwanên wargehê û yên hemû Kurdistanê re bangawazî dikin ku em herderê li dijmin û xiyanetkaran bikin dojeh û xwedi li Rêbertiya xwe, Welat û şehîdên xwe derbikevin, tevlî pêngava “Werin Cenga Azadiyê” ku tevgera ciwanên Apoyî li hember dagirkeriyê û xiyanetê daye destpê kirin bibin.”
Daxuyanî wiha ye:
“Bi ruhê seferberiya şerê Avaşîn û Zapê, ji bo azadiya fîzîkî ya Reber Apo, em bi hevre li hember dagirkeriyê û xiyanetê şer bikin, têkoşîn bikin û zaferê mîsoger bikin.
Wekî hemû gelê me, hemû cihan şahidî dike û dişopîne, li Kurdistan êrişekî hovane û bê exlaq bi destê dagirkeriya dewleta faşîst a Tirk tê meşandin û ji meha Nîsanê ve dîsa hatiye gurkirin. Heman demê dîsa bi destê dewleta Tirk, bi salane li ser Rêber Apo tecrîd û êşkenceyek mezin tê meşandin.
Her çiqas şervanên azadiyê bi têkoşîna xwe ya bê hempa ve derbeyên mirinê li dijmin didin û qehremaniyek mezin didin meşandin, dîsa gelê me di Newrozê de bi hemû hêrsa xwe li hember dijmin sekin û bersiva pêwîst dan dijminê dagirker. Lê dijmin dîsa di meha Nîsanê de taybet li ser Reber Apo, tevgera azadiyê êşkence û êrişê xwe mezintir kirin. Em wek ciwan li sekin û helwesta Reber Apo şerê azadiyê û berxwedanê fêm dikin û li gorî wê pêwîstiyê biruhê seferberiyê xwe tevlî têkoşîn kirinė dikin.
Wakî ciwanên Apoyî em di serî de Serokatî, şehîdên azadiyê û hemû gelê xwe dixwazin diyarbikin ku di serî de li Wargeha şehîd Rustem Cûdî û li hemû qadên têkoşînê xwe amade dibînin ku li hember dijminê xwînxwar û xeta xiyanetê şer bikin. Tê dîtin ku ew Kurdistana ku hatiye parçekirin, li ser hemû parçeyên Kurdistanê, serî de Heremên Parastina Medya, li ser Rojava, Bakur, Şengal û Wargeha Şehîd Rustem Cûdî dijmin bi hemû rêbazên teknîkî û yên şerê taybet êrişan berdewan dike.
Em ji tevahî ciwanên wargehê û yên hemû Kurdistanê re bangawazî dikin ku em herderê li dijmin û xiyanetkaran bikin dojeh û xwedi li Rêbertiya xwe, welat û şehîdên xwe derbikevin, tevlî pêngava “Werin Cenga Azadiyê” ku tevgera ciwanên Apoyî li hember dagirkeriyê û xiyanetê daye destpê kirin bibin.”
Daxuyanî bi diruşmên ‘Biji Serok Apo’, ‘Şehîd namirin’, ‘Biji berxwedana gerila’bi dawî bû.
(xt-zt)