Li Minbicê teqîn

Li bakurê bajarê Minbicê teqînek rûda, di encama teqînê de şewat derket, kesek jiyana xwe ji destda û 6 kes birîndar bûn.


Li Minbicê di saet 16:00‘an de li nêzî Telet Zîrayî ya bakurê bajarê Minbicê teqîneke rûda û şewat pêk hat.

Lİ gorî zanyariyên nexweşxaneya Minbicê eşkere kirin, di teqînê de kesek jiyana xwe ji destda û 6 kes jî birîndar bûne. Dinava birîndaran de zarokek jî heye. Herwiha hate gotin yek ji birîndaran rewşa wî girane.