‘Li pişt nakokiya di navbera YNK-PDK’ê de planeke derve heye’

image_print

Çarşem, 15 Avrêl 2020 – 08:16  NAVENDA NÛÇEYAN

‘Li pişt nakokiya di navbera YNK-PDK’ê de planeke derve heye’

Çavdêrên siyasî diyar kirin ku li pişt nakokiyên di navbera YNK-PDK’ê de planeke derve heye û gotin, “Eger Başûr ber bi şerekî birakujî ve biçe, wê bibe xwekujiyeke siyasî û dê dawî li ezmûna Başûr bê.”


Nakokiya di navbera Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistan (PDK)’ê de ya li Zînî Wertê didome. PDK’ê ku hêzek nû û çekên giran şandine herêmê alozî zêdetir bû. Her wiha balafirên sîxurî yên dewleta Tirk a dagirker jî rojane li ser herêmê digerin.

Têkildarî mijarê rojnamevan û çavdêrên siyasî Kemal Reûf û Şiwan Mihemed ji Rojnews re axivîn.

‘Dewleta Tirk timî destê xwe kiriye nav karê hizbên Kurdî’

Kemal Reûf, diyar kir ku rewşa li Zînî Wertê derketiye holê ne ji ber mijarên têkildarî vîrusa Koronayê ne, pirsgirêkeke siyasî ye û planeke derve di vê mijarê de heye.

Kemal Reûf anî ziman ku ew pêşbînî dike di çend rojên pêşiya me de hêzên Tirkiyeyê tevlî vê pirsgirêkê bibin.

Kemal Reûf bal kişand ser metirsiya pevçûneke navxweyî û got, “Bîrûboçûna welatiyan a ji bo metirsiya şerekî navweyî rast e. Ji ber ev hêz neçûne gulan bi ser hev de bibarînin û madem planeke derve heye, ev dê rewşê aloztir bike.”

Kemal Reûf behsa siyaseta dewleta Tirk a dagirker jî kir û wiha dewam kir, “Dewleta Tirk timî destê xwe kiriye nav karûbarên hêzên Kurdî. Lewma eger PDK heta dawiyê li wê navçeyê bergiriyê bike, diyar dibe ku destê derve li pişt vê mijarê hene.”

Kemal Reûf  di dawiya axaftina xwe de jî ji bo çareseriya pirsgirêkê destnîşan kir ku divê xelk zextê li ser aliyan bike û got, “Divê aliyên pêwendîdar konsolxaneyan agahdar bikin. Ji ber eger şerek rû bide, ku jixwe rewşa aborî û derûnî ya Başûr xerab e, gengaz e hêzên Îran, Tirkiyeyê û hêzên din jî bên û tevlî vî şerî bibin.”

‘Şer dê bibe dawiya ezmûna Başûr’

Çavdêrê Siyasî Şiwan Mihemed jî têkildarî rewşa li Zînî Wertê didome diyar kir ku hêvîdar e rewş negihîje şerê navxweyî û wiha axivî: “Sedem hene ku ev nakokî kûrtir bibin û xelkê navçeyê zerarê jê bibînin. Eger Başûr ber bi şerekî birakujî ve biçe, wê bibe xwekujiyeke siyasî û dê dawî li ezmûna Başûr bê.”

Şiwan Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Korona û daketina nirxê petrolê du astengiyên mezin in ên niha Herêm di nav de ye. Pêwîst e hemû Kurd yekgirtî bin. Lê mixabin li şûna yekgirtî bin, bi aqilekî biçûk nêzî vê rewşê dibin. Lewma metirsiyeke mezin li ser civaka Başûrê Kurdistanê heye. Ji bo vê girîng e kesên di nav YNK, PDK de û dîsa kesên nîştimanperwer bi şêwaz û mekanîzmayên cuda zextê li ser YNK û PDK’ê çêbikin. Ya baştir ew e herêm bîr li başkirina rewşa xwe bike ne ku li çêkirina nakokiyan.”

(yş)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist