Li bajarokê Qeladizê ji bo cara yekem Festîvala Hespsiwariyê hate lidarxistin. Hesp bi kurtanan hatin xemilandin û hatin nîşandan.
Duh li bajarokê Qeladiz ya ser bi Îdareya Raperîn bi tevlîbûna 50 hespsiwarên ji herêmên cûda, Festîvala Hespsiwaran hate lidarxisitn.
Yek ji amadekarê festîvalê Emer Sabîr derbarê festîvalê de axivî û got; “Di demên dawî de girîngî bi hespan tê dayîn û carekdin hespsiwarî tê zindîkirin. Li hinek herêman festîval tên lidarxistin, lê cara yekeme li Qeladizê ev festîval tê lidarxistin. Ji gelek herêman hespsiwar hatine û tevlî festîvalê bûne.”
Welatiyê bi navê Rêbwar Hesen ku ew jî tevlî festîvalê bûye got; “Divê xelk giringiyê bidin hespan, salane festîvalên bi vî awayî werin lidarxistin. Divê li ser asta herêm û Iraqê festîvala herî mezin were lidarxistin.”
Hespsiwara herî biçûk ya Herêma Kurdistanê jî Lenya Faxîr bû ku tevlî festîvalê bûye. Lenya dibêje, ew bi tevlîbûna festîvalê gelek kêfxweşe.
(nr)