کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Pênçşem, Rêşemî 2, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Li Qendîlê bi coşek mezin Cejna Vejînê hat pîrozkirin

  ROJNEWS- QENDÎL
27/11/2022 - 5:33:53 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Şahiya pîrozkirina 44’emîn salvegera damezirandina PKK’ê ya li Binarê Qendîlê bi gotina stran û govendê bi dawî bû. Di pîrozbahiyê de peyama PKK’ê hat xwendin û hate gotin, “Pêwîste sala nû ya têkoşîna PKK’ê bikîn sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û statûya siyasî ya Kurdan mîsoger bikîn.”

Di saetên piştî nîvro de li gundê Bukirîsan a Binarê Qendîlê pîrozbahiya 44’emîn salvegera damezirandina PKK’ê bi dirûşma, “Bi ruhê berxwedana gerîla salvegera damezirandina PKK’ê pîroz dikin” destpêkiribû.

Li qada pîrozbahiyê alên PKK, HPG, KJK û wêneyê şehîdên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz, Egîd, Diyar Xerîb, her wiha wêneyê sembola Şoreşa Rojhilat û Îranê Jîna Emîn û dîsa wêneyên şehîd Nagîhan Akarsel û Bêrîvan Zîlan û gerîlayên demên cuda şehîd bûne hatin hildan.

Bi sedan kesên ji her çar parçeyeyên Kurdistanê tevlî pîrozbahiyê bûn. Di şahiyê de peyama PKK’ê û Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) hatin xwendin.

Di şahiyê de peyama PKK’ê hate xwendin û hate gotin: “Dewleta Tirk hemwext êrîşî Rojava û Başûrê Kurdistan dike, ji bo destketên bi xwîna şehîdan hate bi destxistin tine bike. Gerîla li dijî van êrişan di nava têkoşîn û berxwedaneke bêhempa de ye. Metirsiyên mezin li ser destketiyên Başûrê Kurdistan hene, eger pîvanên PKK li ser ava bûye esas bê girtin, ti hêz nikare me û destketiyên me tine bike. Pêwîste gelê me tevlî Pêngava Şerê Gelê Şoreşgerî bibe, bi gerîla re bibe yek, bi yek hêz û yekgirtî li dijî dagirkeran raweste Kurdistanê azad bike. Sala nû bikin sala azadiya Rêber Apo, statuya azadî ya Gelê Kurd mîsoger bikin.”

Piştre peyama Tevgera Azadî hate xwendin, salvegera PKK’ê hate pîrozkirin û hat gotin: “Gelê me ji dîrokê ve gelek têkoşer û xwe ragire.”

Di dewama daxuyaniyê de qala berxwedana gerîla hate kirin û hate gotin, “Gerîla parazvanên gelê Kurd e.”

Piştre hunermend, komên muzîkê û dengbêj û Koma Govendê ya Rojavayê Kurdistanê derketin ser dikê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî di dirûşmên “Bijî PKK”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” her wiha girtina govendê bi dawî bû.

(kş)

Nûçeya berê

Li Kerkûkê panelek li ser rêyên pêşîlêgirtina şidetê hat lidarxistin

Nûçeya pişt re

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava berdewame

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Xwepêşandanên li hindir û piştgiriya derve ya ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewam e

Xwepêşandanên li hindir û piştgiriya derve ya ji bo Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewam e

Rêşemî 2, 2023
Li Dihokê ji ber temasa elektrîkê çar dikan şewitîn

Li Dihokê ji ber temasa elektrîkê çar dikan şewitîn

Rêşemî 2, 2023

Plana mezin a teqîna Sinûnê: Gelê Sinûnê li dijî Rêveberiya Xweser rakin

Viyan Soran di 17. salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

Zarokên Germiyan: Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e

Piştî teqîna gazê ya li Silêmanî û Dihokê xwesteka li ser amêrên agirkujiyê zêde bûye

Nûçeya pişt re

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava berdewame

Yên Li Pêş

Li Silêmaniyê teqîn-NÛ BÛ

Rêşemî 1, 2023

Li taxa Raperîn a Silêmaniyê mayînek teqiya û kesekî jiyana xwe ji xwe ji dest da. Rêveberiya Giştî ya Karûbarên...

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê vegeriya çalakiya greva birçîbûnê

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê vegeriya çalakiya greva birçîbûnê

Rêşemî 1, 2023

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî(Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 10’ê Kanûna 2022’yan de ji bo azadiya fîzîkî...

Hevrêyên Ş. Viyan: Jîr û bi îrade bû

Hevrêyên Ş. Viyan: Jîr û bi îrade bû

Rêşemî 1, 2023

Hevrêyên şehîd Viyan Soran derbarê kesayeta wê de axivîn û gotin; “Hertim dixwest weke komîn xebat werin birêve birin. Şehîd...

Êşa jinên xwe şewitandine xistiye pirtûk

Êşa jinên xwe şewitandine xistiye pirtûk

Rêşemî 1, 2023

Xweşewitandin yek ji wan diyardeyane ku jinên Kurd li cîhanê pê tên naskirin. Bîzîşkek jî li nexweşxaneya şewatê ya Silêmaniyê...

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine kuştin

Rêşemî 1, 2023

Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Malbat û Jinan ragihand ku di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44...

‘Şehîd Viyan di şert û mercên dijwar ên Başûrê Kurdistanê de dest bi têkoşînê kir’

‘Şehîd Viyan di şert û mercên dijwar ên Başûrê Kurdistanê de dest bi têkoşînê kir’

Rêşemî 2, 2023

Leyla Walî Hûseyîn bi nasnav Viyan Caf yan jî Viyan Soran di sala 1981’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê....

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist