Li Binarê Qendîlê bi pêşengtiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi boneya 38’emîn salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê meşek hate lidarxistin. Di meşê de hate gotin ew ê bi rûhê 14’ê Tîrmehê li dijî her cûre êrîş û dagirkeriyan rawestin.
Di saetên êvarê de li gundê Pirdeşal a Binarê Qendîlê bi boneya salvegera 38’an a Berxwedana 14’ê Tîrmehê meşek hate lidarxistin.
Di meşê de dirûşemeyên “Bimre faşîzim û dagirkerî”, “Bimre xiyanet û noker”, “Bijî berxwedana Heftanînê” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin.
Li ser navê çalakvanan Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîlê Awaz Îsmaîl daxuyaniyek xewend û têde got: “Dewleta Tirk a dagirker bi serokatiya Erdoganê faşîst û dîkdator pêlek nû ya êrîşên piralî li hemberê gelê Kurd daye destpêkirin. Armanca êrîşan ewe ku di warê siyasî, leşkerî, civakî, çandî û aborî de hemû Kurdistanê têxe jêr dagirkeriya xwe û ti sembolek Kurdayetiyê nehêle.”
Her wiha hate gotin wek gel û jinên Binarê Qendîlê, bi dehan sale piştgiriya hemû şoreşên Kurdan kirine, ji niha û şûnde jî ew ê li dijî dagirkeriyê rawestin û rê nedin destkeftên gelê Kurd tine bibin.
Di dawiyê de jî hate destnîşankirin wek gelê Kurd ew çavkaniya xwe ji berxwedaniya 14’ê Tîrmehê ya girtîgeha Amedê digrin û ew ê bi rûhê 14’ê Tîrmehê li dijî her cûre êrîş û dagirkeriyan rawestin.
(kş)