Li Raperîn baya bihêz ziyan li peyxwe de anî

Baya bihêz ku di saetên êvarê de li herêma Raperîn da, ziyan bi dîrekên elektrîk, şitlên daran xist.


Di saetên êvarê de li parêzgeha Silêmanî bayek bihêz çêbû, vê bayê li herêma Raperîn ziyan li pey xwede anî.

Di encama baya bihêz de gelek darên li ser cadeyên navçeya Ranya û bajarokê Çarqurne şikestin.

Herwiha dîrekên elektrîkê qelibîn û elektrîka çend taxekî navçeyê qut bû. Lê tu ziyanên giyanî çênebûn.

(şk)