Şaneya Ewlekariyê ya Iraqê eşkere kir ku hêzên wan li ser agahiyên îstîxbaratî li Selehedînê li dijî wesayîteke çeteyên DAIŞ’ê êrîş pêkanîne û di encamê de 3 çete hatine kuştin.
Şaneya Ewlekariyê ya Iraqê li ser êrîşeke hewayî ya li parêzgeha Selehedînê ya dijî çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Şaneya Ewlekariyê eşkere kir ku li gorî zanyariyên îstîxbaratî wan seyareyeke bi cûreya Pîkap li parêzgeha Selehedînê ku yê DAIŞ’ê bûye tespîtkirine. Piştî agahî hatine piştrastkirin, êrîşa hewayî li dijî wesayîtê pêkanîne û di encamê de sê çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Her di heman daxuyaniyê de hatiye gotin, wesayîtek jî li Selehedînê hatiye desteserkirine ku têde teqemenî hebûye.
(bz)