Welatiyên Êzidî yên li Şengalê dest bi pîrozbahiyên Cejna Batîzmiyê kirin. Cejna Batîzmê ji aliyê hemû Êzîdiyan ve nayê pîrozkirin. Cejna Êzidiyên li Şengalê û cejneke taybet a Eşîra Çêlka ye. Cejn ji bo Tawisê Melek be jî, jê re “Cejna Pîrê Arî/Alî” jî tê gotin. Îsal cida ji salên din piştî ku gelê Êzidî vegeriyane ser malên xwe bi coşekî mezin pêşwaziya Cejnê dikin
‘Rê û resmên cejnê’
Pîrê Arî wekî temsîla Tawisê Melek tê zanîn ku di Êzdayetiyê de serokê melayîketan e. Lewma Cejna Pîrê Arî (Batîzmî) ji bo 7 melayîketên xwedê, 7 rojan dewam dike. “Roja Paqijiyê (Cilşo)” ye. Roja duşem, sêşem û çarşemê jî rojî tê girtin. Lê roja dawiyê rojî heta nîvrojê ye. Piştî nîvro jî pîrozbahiya cejnê dest pê dike.
Roja çarşemê piştî nîvrojê “serbir” e, yanî her malbatek sewalekî serjê dike. Di heman demê de her malbatek serbirekî taybet ji bo “Pariyan” serjê dikin. Di serbiran de 7 hestî tên veqedandin û ji van re “Parî” tê gotin.
Li gorî baweriyê dema serbir tê serjêkirin, pêwîste ev 7 hestî neyên şikandin û heta roja Şevberatê (şeva ku tu kes ranazê) tên parastin, jê nayê xwarin.
Paşê nanekî taybet ê bi navê “Sewik” tê çêkirin. Sewik bi hevîrtirşê ji mala Pîrê Çêlkan, tê çêkirin. Her malbatek, diçe mala Pîr û hevîrtirş tîne. Li ser Sewikan 12 nexşên ku temsîla 12 mehên sale dikin, tên çêkirin.
‘Merasîma hefteyekê’
Roja pêncşemê malbat pêşwaziya mêvanan dikin. Her mêvanek divê ji goşt û Sewikên malê bixwe. Heman rojê piştî nîvrojê jî malbat “Xwera” tînin malê. Xwera jî kekeke taybet ji bo Cejna Batîzmê ye. Xwera ji aliyê Micêwir ê ji Eşîra Çêlka ve tê amadekirin û ji ardê ceh, kuncî û hêkên mirîşkan tê çêkirin. Ew tişta herî pîroz a cejnê ye û jê re dibêjin, “Xwerê Pîrê Arî”.
Dema Xwera anîn nava malê, fitîl (find) li ser cihê Xwera tên pêxistin, eger oldar li herêmê hebin, li ser Xewra hazir dibin û qewilên taybet ê ola Êzdiyan dibêjin.malbat, her mêvan Xwera ziyaret dike. Herkes xêr, pere datîne ser maseyê. Lê pere dayîn ferz nîne. Êvara Înê (şeva pêncşem diqulibe înê), xelk ranazên. Ev “Şevberat” e.
Roja Înê malbat radizên û mêvan naçin malan. Roja Şemiyê dîsa malbat pêşwaziya mêvanan dikin. Roja dawî ya cejnê yekşem e. Di berbanga sibehê de, beriya ku roj hilê, malbat taştêya “Şêşims” amade dikin ji ser û piyên Serbirê pêk tê û li malên derdora xwe belav dike. Roja Yekşemê piştî taştêya Şêşims hat belavkirin, malbat dezî amade dikin. Dezî ji pembû ye, pirr zirav e. Tayekî deziyê sor û tayekî spî li hev tê hûnandin. Piştî dezî hat belavkirin, cejn nîvrojê bi dawî dibe û xwera tê rakirin. Bi vî awayî cejn bi dawî dibe.
Îsal eşîra çêlkan ku ew jî koçberî başûrê Kurdistanê bibûn jiber zilma çeteyan, vê carê li ser axa xwe û bi dilekî xweş vê îdê pêşwazî dikin.
Li Şengalê herî zêde li komalgeha Duhla ev cejin tê pîrozkirin loma ji bo şapandina Cejinê me berê xwe da Duhla û em bûn Mihvanê mala Mam Yusif Hesin bi dilekî germ pêşwaziya me kirin û da diyakirin ku em li Şengalê vê cejinê pîrozdikin, me dû sala li koçberiyê pîrozkir lê em li Şengalê bi kêfxweşiyeka mezin vê îdê pîroz dikin jiber em li ser axa xwene.