کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Yekşem, Gelawêj 14, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin

  ROJNEWS- ŞENGAL
28/06/2022 - 11:53:35 am
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Li gundê Qinê ya başûrê rojhilatê Şengalê dest bi vekirina 6 gorên komî hate kirin. Li gorî şahidên komkujiyê dibêjin, nêzî 100 kes di van goran de hatibûn qetilkirin.

Di fermana 3 Tebaxa 2014’an de li Şengalê bi hezaran kes bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatin qetilikirin. Li gelek gund û deveran ev kuştin wekî komkujiyan pêk hat. Kesên ku bi awayek komî hatin kuştin jî, li ser hev di gorên komî de hatin veşartin. Heya niha 87 gorên komî hatine tespîtkirin û 34 ji wan goran hatine vekirin.

Bi nêzbûna salvegera fermanê, rewşa kesên çarenûsa wan ne diyar û gorên komî car din di rojeva Şengalê de ye. Hikumeta Iraqê wekî her sal îsal jî, di salvegera fermanê de dest bi kolandina gorên komî dike.

100 şehîdên fermanê di gorên komî de ne

Li Başûrê Rojhilatê Şengalê, li herêma gundê Qinê dest bi kolandina 6 gorên komî tê kirin. Li gor şahidên vê komkujiyê, derdora 100 şehîdên fermanê di van gorên komî de hene. Li gor agahiyên hatine bidestxistin, piraniya van kesan ji eşîra Mêrkan in û şêniyên Til Qeseb, Til Benat, Solax û gundê Qinê ne.

Şandeya Rêveberiya Xweser jî amade bû

Bi sedan kesûkarên şehîdên fermanê di destê wan de wêneyên xizmên wan ên wenda ku tê texmîn kirin di van gorên komî de ne, ji bo vekirina gorên komî amade bûn. Her wiha şandeyek ji sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser jî li gundê Qinê amade bûn.

Wê cenaze ji bo testa DNA bişînin Bexdayê

Vekirina gorên komî bi destê Saziya Şehîdan a Iraqê tê kirin. Piştî cenaze hatin derxistin, wê ji bo testa DNA’yê bibin Saziya Tiba Edlî ya Bexdayê da ku nasnameya wan were zelalkirin.  Her wiha ji aliyê gel ve ji bo şehîdan wê xêr were dayîn.

Di vekirina gorên komî de pir caran saziyên navteyewî yên eleqedar jî amade dibin û şahidiya vekirina gorên komî dikin. Lê ji ber ku nehatine agahdar kirin tevlî vekirina vam goran nebûne.

Di van kêliyan de vekirina gorên komî hatiye destpêkirin û tê payîn heya çend rojan dewam bike.

Di encama lêkolîn û agahiyên şahidên fermanê de heya niha 87 gorên komî hatine tespîtkirin, 34 ji wan heya niha hatine vekirin. Bi giştî 6 gorên komî li herêma gundê Qinê hene û bi vekirina van koman wê hejmara gorên ku hatine vekirin bibe 40.

 

1 y 18
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

14.

15.

16.

17.

18.

(nr)

Nûçeya berê

Şefê çeteya nêzî dewleta Tirk hate kuştin

Nûçeya pişt re

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Girtiyên Behdînan: Wedat Hisên yek ji qurbaniyên dengê azade

Girtiyên Behdînan: Wedat Hisên yek ji qurbaniyên dengê azade

Gelawêj 13, 2022
Rojnameger Wedat Hisên li ser gora xwe hate bîranîn

Rojnameger Wedat Hisên li ser gora xwe hate bîranîn

Gelawêj 13, 2022

BKRK’ê ji malbata Rêzan Cavîd û gelê Kurd re sersaxî xwest

Artêşa Tirk gundek Amêdiyê topbaran dike

HPG: 4 leşkerên dagirker hatin cezakirin

Karayilan: Berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê bûye bingehê serkeftinê

Nûçeya pişt re
Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Yên Li Pêş

Şehîd Rêzan Cawîd û Dijwar Kobanî hatin oxirkirin

Şehîd Rêzan Cawîd û Dijwar Kobanî hatin oxirkirin

Gelawêj 13, 2022

Bi tevlêbûna hezaran şêniyên Herêma Cizîrê cenazeyên şehîd Rêzan Cawîd û Dijwar Kobanê bi merasîmeke bi heybet spartin axê. Di...

Guhdar Zêbarî ji bo Wedat Hisên peyamek parve kir

Guhdar Zêbarî ji bo Wedat Hisên peyamek parve kir

Gelawêj 13, 2022

Girtiyê Behdînanê Rojnamevan Guhdar Zêbarî bi wesîleya salvegera qetilkirina Rojnamevan Wedat Hisên peyamek belav kir. Zêbarî di peyama xwe de...

Berpirsê yekem ê qetilkirina Rojnameger Wedat Hisên PDK’ye

Berpirsê yekem ê qetilkirina Rojnameger Wedat Hisên PDK’ye

Gelawêj 13, 2022

Li ser qetilkirina Rojnameger Wedat Hisên re 6 sal derbas dibin, lê heta niha ti kes ji ber bûyerê nehatine...

Wê Wedat Hisên li Silêmaniyê were bîranîn

Wê Wedat Hisên li Silêmaniyê were bîranîn

Gelawêj 13, 2022

Sibe li Silêmaniyê bi wesîleya şeşemîn salvegera qetilkirina Rojnamevan Wedat Hisên merasîmek bîranînê tê lidarxistin. Wê di merasîmê de xelata...

TAJÊ bi meşekê şehîdên meha Tebaxê bibîr anî

TAJÊ bi meşekê şehîdên meha Tebaxê bibîr anî

Gelawêj 13, 2022

Li Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi meşekê şehîdên meha Tebaxê û hemû şehîdên ku di encama êrişên hewayî...

Hunerên jinên ciwan bi pêşangehekê hatin nîşandan

Hunerên jinên ciwan bi pêşangehekê hatin nîşandan

Gelawêj 13, 2022

Li Kerkûkê  bi armanca nîşandayina hêz û hunerên jinên ciwan pêşangehek a wêneyan hat vekirin. Duh êvarê bi pêşengiya Koma...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist