Li Şengalê ji ber barîna berfê riyên ku deştê bi çiyayan ve girê dide hatine girtin. Şeradariya Serdeştê dest bi vekirina rêyan kir.
Duh ji seatên sibehê ve heya derengê şevê berf navber bi navber li ser axa şengalê dibare. Ji ber barîna berfê rêyên çiyayê serdeştê hatin giritn.
Pştî bendewariyekî mezin bi gotine ku ‘bereket îsal wê pişta xwe nede axa Şengalê’ xelkên Şengalê hêviyên xwe tênin ziman.
Xelîl Hecî ku yek ji şêniyên çiyayên Serdeştê ye, heman demê de Endamê Şeradariya Serdeştê ye ku bi hatina berfê re ketiye nav liv û tevgerê. Xelîl Hecî got; “Weke şeradariya Serdeştê ji duh em hewl didin ku riyên ji berfê hatine girtin vekin, lê duh ji ber ba û berfa zêde me nekarî. Îro ji serê sibehê ji rêya navçeyê Sînonê me dest bi vekirina rêyan kir. Heya çilmêra emê rê vekin da ku xelk bikare çûn û hatin bikin.”
Xelîl Hecî weke hemû xelkê Şengalê bi hatine berfê hêvî dike ku aramî bi ser Şengalê ve bibare û dibêje ji ber ew bi axa xwe girêdayîne ruxmî sar û seqam jî, li çiyayên Şengalê berxwedidin; “Li ser çiyayên Şengalê derfetên jiyanê bi zehmetin, taybet bi hatine berfê. Li kêlek vê zehmetiyê jî kêfxweşiyekî gelekî mezin heye ku em li ser çiyayên xwe berxwedidin. Renga spî jî rengê Êzidyane, ji ber vê jî hêviyên me gelekin.”
Hêjayê bi bîrxistinê ye ku herî dawî di 22’yê Kanûna 2021’an de çiyayên Şengalê bi berfê sipî bibû. Wê demê taybet li herêmên Çilmêra, Serdeşt berf barî bû. Lê îsal hema hema hemû Şengalê xwe bi kirasa sibî xemiland.