Li Şengalê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê hat pîrozkirin

Li bajarokê Xanesorê yê Şengalê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê hat pîrozkirin. Saziya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidîxanê diyarî li zarokan belav kir.


Bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê zarok û mamosteyên Şengalê li Dibistana Şehîd  Şêx Xeyrî a li bajaroka Xanesorê pîrozbahî lidarxistin.

Pîrozbahî ji aliyê Saziya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidîxanê de hat birêxistinkirin. Di pîrozbahiyê de diyariyên mîna cil û berg li zarokan hatin belavkirin.

Zarokan di pîrozbahiyê de stran gotin.

(xb)