Li Şengalê tedbîrên li dijî vîrûsê

Çarşem, 25 Mar 2020 – 09:17  ROJNEWS/ŞENGAL

Li Şengalê tedbîrên li dijî vîrûsê

Li dijî vîrûsa korona ku her diçe li cîhanê berbelav dibe û rojane dibe sedema mirina bi sedan kesan li Şengalê jî tedbîrên li dijî vîrûsê tên zêdekirin. Welatiyên Şengalê ji xelkê Şengalê hemuyan xwestin ku tedbîrên xwe bigirin û li malên xwe bimînin.


Li hember vîrûsa koronayê li Şengalê jî tedbîr tên zêdekirin. Komîsyona Hevbeş ya ku li dijî vîrûsê hatiye avakirin jî xebatên xwe didomîne.

https://youtu.be/aNWu45TE5t8″>

Welatiyên bajaroka Xanesorê ya Şengalê jî xelkê Şengalê şiyar kirin ku xwestin ku herkes di hêla xwe de bi baldarî tevbigere û tişta ji wan tê xwestin bikin.

Endamê Asayîşê Hisên Xişmen: Em weke asayîş timî welatiyan şiyar dikin da ku li hev kom nebin. Divê welatî zêde nekevin nava tevgerê û neçin cihê cemawerî. Heta niha li herêma me kes bi vîrusê neketiye lê dîsa jî divê herkes hişyar tevbigere. Em weke asayiş, şaredarî, saziya tenduristî bi hevre dixebitin û taxan derman dikin. Me çawa xwe ji fermanê parast, îro em li ser axa xwe ne û emê xwe ji her awayî nexweşiyan û hemû tiştan xwe biparêzin. Pêwîste gelê me xwe ji vê vîrûsê jî biparêze.

Endamê Asayîşê Heyder Bapîr: Pêwîste gelê me bi her awayî xwe biparêze. Dema ku Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an li me rabû gelê me ji hev belav bû. Pêwîste gelê me xwe ji vê vîrûsê biparêze. Bi taybet divê di mijara paqijiyê de baldar bin û li cihên qelebalix nemînin. Divê çûnûhatin were kêmkirin. Weke asayîşa Xanesorê em 24 sêtan li piyane û parastina gelê xwe pêk tînin. Heta niha kes bi vîrûsê neketiyê û hêvîdarim pê nekevin. Divê herkes xwe û derûdaro xwe biparêze.

Endama Meclîsa Rêveber ya Xanesorê Fehîme Silêman: Başe heta niha ti gumanên vîrûsê li vir tûne ye. Em hêvîdarin qet çênebê. Heta niha li gelek welatan bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Di rewşeke wiha de paqijî gelek girîng e. Niha em jî di vê mijarê de di nava tevgerê de ne. Hişyariyên pêwîst em dikin. Pêwîste gelê me xwe ji vê vîrûsê biparêze.

Endamê Meclîsa Rêveber ya Xanesorê Haşim Pîr: Ev çend rojin ji aliyê saziyên me yên tenduristî de derman li taxan û rêyan tê reşandin. Di vê mijarê de li ser navê asayîşê û meclîsê belavok hatin belavkirin. Cihên ku kombûn lê çêdibûn hatin qedexekirin. Ev vîrûs gelek xeter e. Divê gelê me li gorî vê rastiyê tevbigerin. Pêwîste herkes xwe û derûdora xwe biparêze. Em Şengala xwe biparêzin.

 (nt-en)                                                                                               

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist