Li ser gorên şehîdên Kortekê bang li hikûmetên Iraq û herêmê kirin

Xizmên şehîdên Kortekê û welatiyan li ser gorên şehîdên Kortekê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyanî dan. Herwiha bang li hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin xwedî helwest.


Di 21'ê Tebaxa  2011'an de ji heman malbatê di encama êrîşên balafirên dewleta Tirk de li Kortekê ya Binarê Qendîlê 7 kes şehîd bûn. Îro di saet 10.00'an de xizmên wan û bi dehan kesan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser gorên wan daxuyanî dan.

Yek ji xizmên şehîdên Kortekê Yaqub Mistefa daxuyanî û got; "Hemû kes dizanin ku mirovên me ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatin şehîd kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bêdeng bûn. Em weke kesûkarên şehîdên bombebarana dewleta Tirk bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê dikin ku hewldanên cidî ji bo rawestandina êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk bikin. "

Yaqub Mistefa diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji holê rakirin û çewisandina gelê Kurd e û wiha domand;"Lê, tiştek xeyalî ye. Gelê Kurd ji holê ranabe. Teslîm ji nabe. Kurd çûkê li ber ti dijminan natewîne. Lewma daxwaza me ewe ku xizmên me şehîd ketin, bila êdî ti kes din şehîd nekevin. Her kes bi aştî û aramî bijîn."

(ab)