کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Pûşper 28, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

‘Li ser Rojava girtina deriyan li hemberî Kurdan xelekek din a plangeriyê ye’

  ROJNEWS- HERÊM QADIR
13/01/2022 - 7:02:32 am
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Mamostayên Helebce girtina deriyên Sêmalka û El Welîd li dijî Rojavayê Kurdistanê weke xelekek din a plangeriya dijmin û dagirkeran dibînin û gotin ku divê Kurd li her cihî piştgiriya hev bikin, ne li dijî parçeyek din planên dijmin pêk bînin.

Di 16’ Kanuna 2021’an de çekdarên PDK’ê bêyî biryara parlamento û hikumeta Herêma Kurdistanê, deriyên Sêmalka û El Welîd li ser Rojavayê Kurdistanê girtin. Hîn derî nehatiye vekirin û ti liv û tevger li van deriyan.  Nerazîbûna hemberî girtina roj bi roj zêde dibe. Di vê çarçoveyê de Mamostayên Peymangeha Hunerê Xweşik a Helebce ji Rojnews’ê re axivîn û girtina herdu deriyan şermezar kirin û weke karekî dijminkarî pênase kirin.

Mamostayê Peymangeha Hunerê Xweşik a Helebce Mihemed Hemeraza got: “Girtina deriyê Sêmalka xeleke din a ji wan planên dijmin û dagirkerên Kurdistanê yên li dijî gelê Kurd û bi taybet Rojavayê Kurdistanê pêk tînine. Sedema vê jî ewe ku Rojavayê Kurdistanê mînakek xweşik e, ne tenê li ser asta Kurd, belku li ser asta herêmê û Rojhilata Navîn mînakek xweşike. Lewma plangeriyek gelek ji vê berfirehtir li ser deriyê Sêmalka heye.”

Mihemed Hemeraza wiha domand: “Tevgera Azadîxwaz a Gelê Kurd li vir û li wir renga reng xebat û têkoşînê berdewam dike. Lê tişta ku xencara herî mezin li pişta vê tevgerê daye, nearamî û nakokiyên navxweyî bûn. Ev jî bi fitna dijminên gelê me bû. Niha jî bi heman awayî berdewam dike.”

Mihemed Hemeraza riya çareseriya pirsgirêkên Kurdan yekîtiya neteweyaî dibîne ku Rêber Ocalan dehan care ji bo bang dike û wiha domand: “Pêwîstiya me bi dawîanîna xalên lawaz heye ku dijmin li pişte xencerê li me dide. Ev jî tenê pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd a li ser astê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Dema ku me dawî li xalên lawaz anî wê serkeftin ya me be. Şerme di sedsala 21’an de neteweyek li şûna piştgirî û hevkariya zarokên xwe yên li parçeyek din bike, derbê lê bide, nexşe û planên dijmin li ser pêk bîne.”

Li ser heman mijarê Mamosta Kawe Hesen jî got: “Girtina deriyê Sêmalka yê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de ji cihê mixabiniyê ye. Bi dehan caran hikûmeta Baas ambargo didanî li ser me, me digot, dijminê Kurdane, êşa wê kêmtir dibû. Lê, vê carê beşek Kurd li dijî beşeke din ambargoyê çêdike. Ev êşek girane.”

Kawe Hesen, siyaseta girtina deriyan şermezar kir û wiha domand: “Em piştgiriya xebata Rojavayê Kurdistanê ya ji bo bidestxistina mafê xwe yên rewa dikin. Bi her awayî girtina deriyan binpêkirina mafê mirovane, bi taybet mafê zarok û sivîlan.

Kawe Hesen got ku divê gel bibe xwedî helwest û li her cihî Kurd piştgiriya hev bikin, neplanên dijmin li dijî hev bi cih bînin û diyar kir ku girtina deriyên Sêmalka û El Welîd xizmeta planên dewleta Tirk a dagirker dike.

(ab)

 

 

Nûçeya berê

Protestoya Êzîdiyan encam girt: Destûra peykerê hate dayîn

Nûçeya pişt re

‘Sakîne û hevrêyên xwe pêşengiya şoreşek exlaqî dikirin’

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nêçîrvan û Bafil li gel fermandarê koalîsyonê civiyan

Nêçîrvan û Bafil li gel fermandarê koalîsyonê civiyan

Pûşper 28, 2022
HPG: 17 dagirker hatin cezakirin, 2 kon hatin îmhakirin

HPG: Li Avaşîn, Zap û rojavayê Ava Zê 34 dagirker hatin cezakirin-Hate Nûkirin

Pûşper 28, 2022

Dewleta Tirk jîngeha Kurdistanê qir dike: Desthilata Başûr çav jêre digire!

34 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî: Ji bo rê li ber êrişan bê girtin, divê qada hewayî were girtin

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin

Nûçeya pişt re
‘Sakîne û hevrêyên xwe pêşengiya şoreşek exlaqî dikirin’

‘Sakîne û hevrêyên xwe pêşengiya şoreşek exlaqî dikirin’

Yên Li Pêş

Şehîd Diyar Xerîb bi merasîmek girseyî hat bîranîn-HAT NÛKIRIN

Şehîd Diyar Xerîb bi merasîmek girseyî hat bîranîn-HAT NÛKIRIN

Pûşper 27, 2022

Li Silêmaniyê bi dirûşma “Bi ruhê şoreşgerî yê Heval Helmet, dagirker û xiyanetkaran têk bibin” merasîma sêyemîn salvegera şehadeta Endamê...

‘Kelûpelên ku Amerîka ji Rojava re dişîne, PDK di dize’

‘Kelûpelên ku Amerîka ji Rojava re dişîne, PDK di dize’

Pûşper 27, 2022

Hat gotin, hin kelûpelên ku Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê re dişîne, ji aliyê PDK’ê ve tên dizîn. Ji ber vê...

Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin

Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin

Pûşper 28, 2022

Li gundê Qinê ya başûrê rojhilatê Şengalê dest bi vekirina 6 gorên komî hate kirin. Li gorî şahidên komkujiyê dibêjin,...

Jinên Ciwan yên Êzidî wê yekemîn kongreya xwe lidarbixin

Jinên Ciwan yên Êzidî wê yekemîn kongreya xwe lidarbixin

Pûşper 28, 2022

Berdevka Ciwanên Êzidî Sara Botan diyarkir ku ewê di roja şehadeta Şehîd Zîlan de yekemîn kongreya xwe lidarbixin. Botan bang...

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Pûşper 28, 2022

Xwendevanek danê siharê êrişî serokê Koleja Yasa ê zanîngeha Selahedînê kir. Di encama êrişê de serokê kolejê û mamostayek hatin...

Bi keda xwe pêwîstiyên jiyanê dihilberînin

Bi keda xwe pêwîstiyên jiyanê dihilberînin

Pûşper 28, 2022

JIYAN PÎRAN / MEXMÛR Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ev çend salin ji bo pêşwazîkirina nan firneyek ...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist