Li Sîdekan kelhek dîrokî ku tê gotin a Urartuyane hate dîtin

Li gundê Micêser a ser bi bajaroka Sîdekan kelhek kevin ku tê gotin di sadsalên ji berî zayînê de hatine çêkirn û payxexta olê Urartûyane hate dîtîn û lêkolîn li ser tên kirin. Tê guman kirin ku ev kelhe bajar be û paytexta olî ya Urartûyan be.


Li gundê Micêser a ser bi bajaroka Sîdekan kelhek kevin ku tê gotin di sadsalên ji berî zayînê de serdana Urartuyan de hatiye çêkirn hate dîtin. Niha tîmenek a Zanîngeha Pensinvanya ya Amerîka ku li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê peyman heye li ser lêkolîna dike..

Mamostayê Zanîngeha Pensinvanya ya Amerîka ku li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê peymana wê heye û beşek wê yê şûnwariyê ji bo lêkolînkirina cihên şûnwariyê yên li Herêma Kurdistanê heye û arkeolog Maykil Dantî li ser mijarê axivî.

Maykil Dantî diyar kir ku yek ji arkeologê Elman Muhber ji berî 46'an de ji bo lêkolînkirinê nexşeya vê kelhê daniye û got ku care yekemîne li ser vê kelhê lêkolîn tên  kirin.

Maykil Dantî eşkere kir ku belge di destê wan de hene ku di selmîne ku dîroka wê digihî salsala 7 û 8 ên berî zayînê ku taybet şanişînekî kevin a Urartuyane û got ku tê guman kirin ku ev kelhe bajeke û Mesasîr be ku paytexta olê Urartuyan bû.

Serokê tima şûnwarî ya Zanîngeha Pensilvanya ya Amerîkayê Maykil Dantî di vê mehê de ji bo lêkolînkirinê 10 rojan kar li ser vê kelhê kiriye. Niha karê wan bi dawî bûye û wê sala bê dîsan dubare dest karê li kelhê bikin.