Li Silêmanî şehîdê 17'ê Sibatê hate bibîranîn

Li Silêmanî şehîdê 17'ê Sibatê Herdî Faruq ji aliyê malbat, çalakvan û parlementerên berê yên Tevgera Goran ve li ser gora xwe hate bibîranîn.


Di saetên êvarê de li goristana Şekreke ya Silêmanî şehîdê 17'ê Sibatê Herdî Faruq ku şehîdê herî dawî yê serhildanên 17'ê Sibata sala 2011'an bû, li ser gora xwe bi merasîmek hate bibîranîn.

Di merasîmê de kesûkarên Herdî Faruq, çalakvan û hinek ji parlementerên berê yên Tevgera Goran beşdarbûn.

Di merasîmê de bavê Herdî Faruq axaftinek kir û got; "Piştî kuştina zarokên me we ji bo xema kesûkarên wana çikir? Ez hertim dibêjim divê desthilatdariyê de reform nine û wê nebin jî."

Di 17'ê Sibata sala 2011'an de li Herêma Kurdistanê li dijî gendeliyê xwepêşandanan destpêkirin. Xwepêşandanan zêdetirî du mehan domkir. Di dema xwepêşandanan de hêzên ewlehiyê bi çekan bersîva daxwazên xwepêşanderan dan. Di encamê de gelek xwepêşanderan jiyana xwe ji destdan. Yek jivan xwepêşanderên ku jiyana xwe ji destdayî jî Herdî Faruqê xelkê Silêmanî bû.

(şk)