Ji ber ku mûçeyên meha Adarê nehatiye dayîn, mamostayên îdareya Raperîn û Germiyan ên ser bi parêzgeha Silêmaniyê û mamostayên navçeya Koyeyê ya Hewlêrê dest bi boykota dewamê kirin.
Ji ber ku mûçeyên meha Adarê nehatine parvekirin, beşek ji mamostayên îdareyên Germiyan û Raperîn ên ser bi Silêmaniyê dest bi boykota dewamê kirin.
Herwiha îro mamostayên 43 dibistanên li navçeya Koyeyê ya ser bi Hewlêrê jî ji ber nestandina mûçeyên meha Adarê dest bi boykotê kirin.
Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Bexda Faris Îsa îro diyar kir ku piştî temamkirina prosedorên şandina pereyan, ji berî niha Wezarata Darayî ya Iraqê 200 milyar dînar xiste li ser hesabê Bankê ya Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê.
Di 17’ê Adarê de Wezareta Darayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê lîsteya parvekirina mûçe eşkere kir. Li gorî bernameyê pêwîstbû ji berî cejna Newrozê hemû mûçe were parvekirin. Lê, ji ber ku mûçeyên hemû karmendan nehate dayîn bû sedema fikaran.
Karmendên Saziya Ceyrana Raperîn jî îro ji ber ku hîn mûçeyên meha Sibatê nestandine dest ji kar berdan.
(ab)