Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê diyarkir ku di nava 24 saetên borî de 130 kesên ji bahoza tozê bandor bûne, serdana nexweşxaneyan kirine.
Li Iraq û Herêma Kurdistanê, ji ber bahoza tozê, bi sedan kes serdana nexweşxaneyan kirin. Herwiha duh seferên balafiran jî li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin rawestandin.
Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê Saman Şêx Letîf li ser malpera xwe ya tora civakî, derbarê hejmara kesên ji bahoza tozê bandor bûne agahî belavkir.
Saman Şêx Letîf got; “Di nava 24 saetên borî de 130 kesên ji ber bahoza tozê bandor bûn, serdana nexweşxaneyan kirine. Zêdetirî kesên serdana nexweşxaneyan kirine, baş bûne û vegeriyane melê.”
(nr)