Rêveberiya Tenduristiya Silêmaniyê ragihand ku li Silêmaniyê 3 kes bi nexweşiya AIDS’ê ketine û niha tên dermankirin.
Bi boneya Roja Cîhanî ya AIDS’ê li Silêmaniyê panelek zanistî têkildarî AIDS’ê û riya xwe parastinê li Nêxweşxaneya Şîrek hate lidarxistin.
Rêveberê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Rizgar Elî têkildarî riya xwe parastina ji AIDS’ê axivî û got: “Li cîhanê zêdetirî 38 milyon nexweşên AIDS’ê hene. Salane li cîhanê nêzîkî 650 hezar heta 700 hezar kes ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin. Ji bo em xwe ji vê nexweşiyê biparêzin, divê her kesê ku temenê wan di navbera 15 heta 65 salî de ye, herî kêm salê carekê testê ji bo vê nexweşiyê çêbike. Herwiha divê ji berî zewacê test were kirin. Yan piştî vegera ji derveyî welat û girtina xwînê. Di dema şûştina gurçîkan de, test bike. Ji derveyî van sedeman jî bi xwe jî testê bikin.”
Herwiha Cîgirê Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê Hêriş Selîm ji Rojnews’ê re axivî û got: “Niha li Silêmaniyê 3 nexweşên AIDS’ê hene. Di nava biyaniyan de jî 90 nexweşên AIDS’ê hebûn, lê ew ji bo welatên wan hatin şandin. Niha hersê nexweş di bin çavdêriyê de ne û tên dermanskirin. Zêdetir sedema belavbûna vê nexweşiyê, têkildiyên zayendî, guhertina xwînê, şîrê dayikê, bikaranîna madeyên hişber, amûrên emeliyatê ne. Herwiha dubare bikaranîna derziyan ku ji bo kesek din were bikaranîn.”
(ab)