Li Silêmaniyê bombebarana Mexmûrê hate şermezarkirin

Komeleya Karkerên Mezopotamyayê bi daxuyaniyeke êrîşên li dijî wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û êrîşa li Trabzonê ya li dijî geştyarên Kurd şermezar kir.


Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê Komeleya Karkerên Mezoptamyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîşên balafirên şer ên li ser wargeha Mexmûr û êrîşa li Trabzanê ya li dijî geştyarên Kurd şermezar kir.

Komeleya Karkerên Mezoptamayayê daxwaz ji Netewên Yekbûyî (NY) kir ku sînorek ji dagirkeriya dewleta Tirk re dane û destdirêjî li ser wargeha Mexmûr neyê kirin.

Li ser navê Komeleyê Îhsan Yeldiz axivî û got; “Em Komeleya Karkerên Mezopotamyayê êrîşên dewlet a Tirk ên li ser Mexmûrê şermezar dikin. Armanca van êrîşan têkbirina gelê Kurd e. Wargeh dibin berpisyariya Netewên Yekbûyî de ye. Erkê parastina vê wargehê jî dikeve li ser milê NY. Divê hikûemta Iraqê jî li dijî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemîne. Êrîşa li Trabzonê li dijî geştyarên Kurd da nîşandan ku dewlet aTikr li dijî hemû gelê Kurd e û navê Kurd û Kurdistan qebûl nake. Divê li dijî dagirkeriya Tirk em bibin yek.”