Li Silêmaniyê êrîşên dewleta Tirk li ser Herêma Kurdistanê hatin şermezarkirin

image_print

Şemî, 18 Pûşper 2016 – 09:34 

Li Silêmaniyê êrîşên dewleta Tirk li ser Herêma Kurdistanê hatin şermezarkirin

Li Silêmaniyê bi meşekî meşaleyî êrîş û bombebarankirina sînorên Herêma Kurdistanê yên ji aliyê balafirên artêşa Tirkiyeyê ve pêk tên hate şermezarkirin.


SILÊMANÎ / ROJNEWS

Li Silêmaniyê şevê din saet 20:30’an de li ser rêya Salim heya ber Baxê Giştî ji aliyê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ve meşek meşaleyî ji bo şermerzarkirina êrîş û bombebarankirina ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve li ser sînorên Herêma Kurdistanê ve pêk tên, hate lidarxistin. Di meşa bi saden kes amade bûn de, bê navber dirûşmeyên weke “Bimre xiyanet”, “Qendîl warê me ye, Apo dilê me ye”, “Terorîst kerdogan” û “Başûr, Bakûr yek armac û yek xebat” hatin berzkirin.

Li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê li ser navê Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer Mijde Elî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Ev çalakiya me li hemberî êrîşên dewlata Tirk ên bi rengekî dirandane li hemberî Herêmên Parastina Medyayê, bi taybet herêma Qendîlê pêk têne. Em bi tundî van êrîşan şermezar dikin û mekûm dikin. Ev êrîşêne netenê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve pêk tên. Partiyekî bi kirê girtî ya Başûrê Kurdistanê ji alîkariya wan dike. Ev ji Partiya Demokrata Kurdistanê ye ku beşdarî van kiryarên dewleta Tirk dibe. Ev yek dikeve di nava çarçoveya xeta xiyanetê. Mixabin partî û aliyên din ên Herêma Kurdistanê jî qet li hemberî van êrîşan helwestekê nîşan nadin. Ev êrîşane dibe sedem ku xwezaya Herêma Kurdistanê ziyan bibîne û welatiyên sivîl koç bikin. Netenê partî û aliyên siyasî bêdengin, mixabin, xelkê Herêma Kurdistanê jî li hemberî van êrîşan bêdenge. Helwestekî wan ya netewî nîne. Bêdengî piştgirîkirina dagirkerane.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev bang hate kirin; “Em bang li xelkê Herêma Kurdistanê dikin ku netenê Herêma Kurdistanê warê we ye, hemû Kurdistan warê weye, divê hûn xwedî lêderkevin. Êrîşên li hemberî Qendîlê, ne tenê li ser Qendîlê ne, li hemberî hemû gelê Kurde û xelkê Herêma Kurdistanê ye. Weke tê nazîn ne tenê dewleta Tirk a faşîst van êrîşan dike, gelek komên terorîstî ji heme êrîş dike li ser xaka Kurdistanê. Ji ber vê yekê em bang li gel û ciwanan dikin ku li hemberî wan êrîşan rabin û bibin xwedî helwest. Xwedî li xaka xwe û gelê xwe derkevin.”

Piştî daxuyaniyê meşa meşaleyî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist